Ji Ebadî pirsa SERXWEBÛNÊ
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîneke çapemenî de ragihand pêwîst e Herêma Kurdistanê bi awayekî şefaf petrolê hinarde bike û wiha got: “Em dê ji bo hinardeya ptorlê şefar bibe hewl bidin.”
Heyder Ebadî daxwaza zelaliyê di pirsa şandina petrola bo derve û dahatên petrolê li Herêma Kurdistanê kir û got li gor wê petrola ji aliyê Herêma Kurdistanê bi rêya bendera cîhanê bo derve tê şandin, pere herêma ji budceya Iraqê dibe zêdetir %17 ji budceya giştî.
Derbarê serxwebûn û referandumê de jî Ebadî wiha got: “Ti niyeta Kurdistanê nîne ji Iraqê cida bibe. Ez dipirsim çima referandumê were kirin?”
Ebadî diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê serdana Bexdayê bike û wiha domand: “Em dê mijara operasyona rizgarkirina Mûsilê û peywendiyên Bezda û Hewlêrê gotûbêj bikin.”
Derheqê dema destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî Ebadî amaje kir ku dema hêzên ewlekariyê amade bibin operasyon dê dest pê bike û wiha pê de çû:
“Tirkiye dê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê nebe. Ez dixwazim Tirkiye hêza xwe ya li Iraqê vekişîne.”
Rudaw
