• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyeyê li Girê Spî 8 welatiyên Kurd kuşt

Gulan Media September 28, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyeyê li Girê Spî 8 welatiyên Kurd kuşt
Li gorî daxuyaniya YPGê artêşa tirk li Girê Spî gule bera ser sivîlan da û di encamê de 6 jê zarok, 3 jê jin bi giştî 9 sivîl hatin kuştin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku di 26ê Îlonê de artêşa tirk gundê Kuheyla yê girêdayî Girê Spî sivîl gulebaran kir. Li gorî daxuyaniya YPGê di encama vê gulebaranê de 6 jê zarok, 3 jê jin bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku hêzên YPGê 4 kesên sivîl ji herêma gulebarana artêşa tirk derxistiye lê nekarîbûn xwe bigihînin cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane. Derbarê vê bûyerê de heta niha rayedarên dewleta Tirkiyê ti daxuyanî belav nekirine.
Top