• Monday, 23 February 2026
logo

Şîmon Peres jiyana xwe jidest da

Gulan Media September 28, 2016 Nûçe
Şîmon Peres jiyana xwe jidest da
Serokomarê berê yê Îsraîlê Şîmon Peres koça dawî kir.

Şîmon Peres ê 93 salî, beriya du hefteyan ji ber felcê rakiribûn nexweşxaneyê.

Ofîsa Ragihandina Serokwezîriya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ji bo Peres sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ofîsa Serokwezîriyê, şîna Serokwezîr û Serokomarê berê Peres, digre. Peres ji bo damezrandina dewleta Îsraîlê karên giring kiribû û kesayetekî giring bû.”

Şîmon Peres ji sala 2007 heta 2014ê erkê serokomariya Îsraîlê birêve bir. Di 13ê Îlonê de felcê lêdabû û rakiribûne nexweşxaneyê.

Nexweşxaneya Tel Hoshemer a Tel Avîvê ragihandibû ku rewşa Peres şevê din pir giran bûye.

Şîmon Peres di sala 1923ê li Belerûsê jidayik bû. Bavê wî bazirganekî dewlemend bû. Di sala 1934ê malbata wî hatine Filistînê.

Peres 48 salan li Parlamentoya Îsraîlê Knessetê parlamenterî kir.

Rudaw
Top