• Monday, 23 February 2026
logo

Li Enqerê civîna ewlekarî hat darxistin

Gulan Media September 28, 2016 Nûçe
Li Enqerê civîna ewlekarî hat darxistin
bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Taiyb Erdogan û beşdarbûna Serokwezîr û Sererkan, civîna ewlekarî hat darxistin.

Civîna Ewlekarî ku li Koşka Serokomariyê hate kirin, demjimêr 8'ê êvarê destpê kir û 2 demjimêr û nîv berdewam kir.

Serokomar Binalî Yildirim, Sererkan Hulusî Akar, Wezîrê Derve Mewlud Çawişoglu, Wezîrê Navxweyî Silêman Soylu beşdar bûn.

Piştî vegera Erdogan ji Newyorkê yekem civîn e ku bi Serokwezîr re tên ba hev.

Serokê Desteya Saloxgeriya Netewî MÎT, Hakan Fîdan beşdarî civînê nebû.

Hat ragehandin, biryar e îro jî civîna desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) bê lidarxistin.

K24
Top