• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandarekî Baasî bû wezîrê şer ê DAIŞê

Gulan Media September 28, 2016 Nûçe
Fermandarekî Baasî bû wezîrê şer ê DAIŞê
Fermandarekî leşkerî yê partiya Baas a Iraqê bû wezîrê şer ê rêxistina tund a DAIŞê.

Fermandarê berê yê artêşa Iraqê Emîd Yasîn Selame Meazîdî bi fermana xelîfê DAIŞê Ebubekir Bexdadî ve bû wezîrê şer ê DAIŞê û dest bi kar kir.

Emîd Yasîn Selame Meazîdî ku wek Ebu Teha tê naskirin, fermandarê Amir fewcê serokkomariya Baas bû, dema êrîşa DAIŞê de wek piraniya fermandarên Baas bîat bi Ebubekir Bexdadî kir û beşdarî DAIŞê bû.

Ew fermandarê Baasî cîhê Ebu Omer Çîçanî yê ku wezîrê berê yê şer ê DAIŞê bû wê cîh bigre.

Basnews
Top