PSK: Bila kurdî bibe zimanê fermî
Desteya Navendî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê, di dawiya heftê li Dêrsîmê civiya bû îro derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewşa dawî ya Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de destnîşanî bi tayînkirina qeyyûman hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Hikumetê, bi destnişankirina qayyumê li ser 24 şaredariyên BDP’ê ve, aliyêk ve îradeya gel binpê dike, ji alî din ve jî kriza siyasî û civakî kurtir dike. Ketina Artêşa Tirkiyê ligel şervanên Artişa Azad ya Sûriyê (ÖSO), Cerablusê, Tirkiyê ber bi tarîtiyê ve dikişîne. Hikumeta AKP’ê devjê siyaseta hanê berde, ku rewşa Tirkiyê aloztir dike, Tirkiyê ber bi tarîtiyê û nezelaliyê ve dibe.”
Li aliyê din di beşekî din ê daxuyaniyê de nerazîbûn li hember nebûna perwerdeya kurdî hat nîşankirin û wiha hat gotin: “Ji alî din ve dema nû ya perwerdeyê despê dike. Wateya vê ev e ku wê bi milyonan zarokên kurd carek din rû bi rûye sistemeke nijadperest û inkarok û çerxa asimilasyonê bibin. Bi gor Partiya Sosyalist Kurdistanê, asimilasyon wek kiryarek dijê mirovahiyê ye.Ji ber vê, PSK bangê hikumetê dike ku sistema perwerdehiyê ya tekparêz bi sistemek demokratik, pilural û pirzimanî re biguhurîne.Ji bo ku kurdî di warê perwerdeyê û kar û barê dewletê da bibe zimanê fermî, gavan bavêje.
