• Monday, 23 February 2026
logo

Clinton û Trump li pêş milyonan gotûbêj kirin

Gulan Media September 27, 2016 Nûçe
Clinton û Trump li pêş milyonan gotûbêj kirin
Gotûbêja yekê ya hilbijartina serokatiyê, di navbera namzeda Demokratan Hillary Clinton û hevrikê wê yê Komarxwaz Donald Trump de, şeva Duşemê li Zanîngeha Hofstra ya eyaleta New Yorkê hate kirin.

Tê texmîn kirin ku pirtir jî 100 mîlyon kes ew gotûbêj bi zindî temaşe kir û derfet dît ku nêrîn, plan û projeyên berbijaran ji nêzîk ve bibîhsin.

Di gotûbêja yekê de mijara sîyaseta derve jî hate rojevê û Hillary Clinton pesna rêkeftina navokî ya ligel Îranê da û got ku bê ku guleyek were avêtin, serkeftineke dîrokî hat bi dest xistin.

Trump jî hevbîr bû kêşeya navokî ji bo tevahîya cîhanê xeterîyeke mezin e, lê wî bi tundî rexne li rêkeftina bi Îranê kir û wek rêkeftina herî xirab bi nav kir. Trump peymana navokî wek di berjewendiya Îranê bi nav kir û got, bi xêra wê rêkeftinê Tehranê ji gelek toleyên aborî yên welatên Rojavayî rizgar bû.

Clinton da zanîn ku ew bi biryar e Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk bibe û ji bo wê yekê jî ewê êrîşên esmanî yên dijî DAIŞê zêdetir bike û pirtir piştgirî bide hevalbendên Kurd û Ereb yên Amerîkayê, da ku bajarê Reqa ji DAIŞê were azad kirin.

Clinton Trump rexne kir ku ji bo şikandina DAIŞê ti plana wî tuneye, lê Trump jî bi tundî bersîv da ku wek Clinton di malpera xwe de kir, ewê ti car plana xwe eşkere neke ku dijminên Amerîka ji wê yekê agahdar nebin.

Yek ji mijarên girîng ku di gotûbêjê de hate nirxandin rewşa aborîya Amerîka bû û Clinton pêşnîyar kir ku divê baca kesên dewlemend were bilind kirin, mûçeya karkeran were zêde kirin, pirtir pare ji bo binesazî û projeyên avakirinê re bêne xerc kirin û di kar de jin bi qasî herkesekî pere wergirin.

Trump dijberîya xwe li pêşnîyarên Clinton bilind kir û got ku gelek karên Amerîkî ber bi welatên din ve diçin, sedemeke wê yekê peymanên bazirganî ye ku Clinton jî piştgirî dabû.

Trump rexne li Clinton û Serokê Amerîka Barak Obama kir ku nekarîne pêşî li çûyîna karên Amerîkî ji welatên din re bigirtana. Wî bi tundî berevanî li kêmkirina bacên dewlemendan kir, bi sedema ku ew kes xwedîyê karên afirandî ne.

Basnews
Top