• Monday, 23 February 2026
logo

Mamostayên Duhokê diçin eniyên şer

Gulan Media September 27, 2016 Nûçe
Mamostayên Duhokê diçin eniyên şer
Biryar e li bajarê Duhokê beşek ji mamostayan serdana eniyên şer bikin û ji pêşmergeyan re bêjin, “Piştrast bin ku zarokên we dê ji xwendinê bê par nebin.”

Di destpêkê de li Silêmaniyê, li gelek deverên Herêma Kurdistanê mamosta û karmendên hikûmî ji bo protestokirina sîstema paşkeftina meaşan îro dest bi xwepêşandanan kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Eyûb Nesrî ragihand, “Li Duhokê ti xwepêşandan nayên kirin, berovajî dê beşek ji mamostayan îro serdana eniyên şer bikin û bibin mêhvanên Hêzên Pêşmerge.”

Peyamnêrê me da zanîn ku dê di nava şanda mamostayan de Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Duhokê, Rêveberê Yekîtiya Mamostayan baskê Duhokê jî amade bin.

Hate zanîn ku dê mamosta ji pêşmergeyan re bêjin ku ew pêvajoya xwendinê nadin rawestandin û ew dê mil bi milê pêşmerge xebatên xwe berdewam bikin.

Rudaw
Top