Demirtaş serdana Ewropayê dike
Li gor dazanîna Navenda Giştî ya(HDP)ê şandeyek digel Selahattîn Demirtaş dê 27 û 28ê îlonê serdana Brûkselê, 29ê îlonê jî serdana Berlînê bike.
Li gor zanyariyan Demirtaş dê li Brûkselê bi Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz, Nûnera Bilind a Yekitiya Ewropayê Federica Mogherini û Berpirsê Danûstandinên Endamtiyê Johannes Hahn re dê bicive.
Li Elmanyayê jî bi Cigîrê Angela Merkel û serokên çend partiyên siyasî û çepgir hevdîtinan pêk bîne.
Demirtaş ev çend roj bûn serdana herêma Kurdistanê kiribû û digel Barzanî 2 caran civiya bû.
Basnews
