• Monday, 23 February 2026
logo

Ew efserê ku lêpirsîn li Ocalan kiribû: Kûdetayek din dê li Tirkiyê biqewime!

Gulan Media September 27, 2016 Nûçe
Ew efserê ku lêpirsîn li Ocalan kiribû: Kûdetayek din dê li Tirkiyê biqewime!
Fermandeyekî berê yê artêşa Tirkiyê, ku yekemîn efserê Tirkiyê bû lêpirsîn bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re kir, dibêje, “di demek nêzîk” de dê PKK û rêxistina Gulen li dijî hikûmeta wî welatî kûdetayê bikin!

Efserê tirk ê bi navê Hesen Atîlla Ugur, ku niha xanenişîn bûye û di dema girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, lêpirsîn li Ocalan kiribû, derheqê rewşa Tirkiyê de îdiayên sosret kiriye.

Hesen Atîlla ji rojnameya Yenî Şafakê ya Tirkiyê re, ku nêzîkî hikûmetê ye, axifiye û gotiye, Amerîka û Îngîltere dixwazin bi destê PKK û rêxistina Gulen li dijî hikûmeta Tirkiyê kûdetayek din bikin.

Wî efserê tirk her wiha ragihandiye, dewleta Înglîtere ev 2.5 meh in bi eşîrên Kurdistana Bakûr re hevdîtin dike û tevahiya deynên serokeşîran jî ji aliyê Îngîltere ve hatiye dayîn. Gerîlayên PKKê jî di dema kontrolkirina otomobîlan de, tiştekî nabêjin otomobîlên rayedarên Înglîz! Ev jî nîşan dide ku Înglîtere û PKK bi hev re hevdest in bo kûdetayê!

Wî fermandeyê berê yê artêşa Tirkiyê îdia kiriye ku Înglîtere dê 10 hezar serbaz derbasî Tirkiyê bike bi hêceta parastina welatiyên xwe yên li Tirkiyê! Qesta wan kûdeta ye ne parastina welatiyên xwe!

Hesen Atîlla Ugur behsa çawaniya destpêkirina duyemîn kûdetayê jî kiriye û gotiye, destpêkê dê li bajarên başûrê rojhilatê Tirkiyê (Kurdistana Bakûr) û li ser banga HDPê xwepêşandan were kirin, paşê ew polîs û serbazên endamên rêxistina Gulen, ên ku heta niha deşîfre nebûne dê li şûna gaza rondikrij fîşekan berdin welatiyan, bi vî rengî dê bi kuştina welatiyan alozî çêbibe û paşê xelkê hemû rabe. Dê li rojavayê Tirkiyê jî hinek teqîn ji aliyê PKK û DAIŞê ve were kirin û alozî li wan deran jî were derxistin, bi vî rengî atmosfera kûdetayê were amadekirin.

Ugur dema kûdetaya duyemîn jî eşkere kiriye û gotiye, eger em hişyar nebin û lezê nekin kûdetaya vê carê dê herî dereng meha Mijdara îsal were kirin.

Wî efserê tirk, ku lêpirsîn li Ocalan jî kiriye, gotineke Ocalan jî aniye ziman û gotiye, Ocalan carekî ji min re got “Di cîhanê de her tişt ji aliyê înglîzan ve tê kirin. Înglîz, amerîkiyan didin lîstinê!”

Li gorî wî efserê tirk, haya MÎTê ji kûdetaya 15 Tîrmeha îsal hebû lê xeber nedaye rayedarên dewletê, ji ber wê jî divê MÎT were paqijkirin!

Basnews
Top