Başûr – Mamosta li dijî gîrobûna mûçeyê xwe xwepêşandan dikin
Îro li bajarên Silêmanî, Helebce û Raniya û hinek deverên din ên Kurdistana Başûr beşek ji mamostayên Kurdistanê li dijî gîrobûn û kêmkirina mûçeyê xwe dest bi xwepêşandanê kirin.
Mamostayên nerazî dibêjin, bila hikûmet kirîza darayî çareser bike û mûçeyê me bide, eger nede emê dibistan û qutaxaneyan baykot bikin û naçin ser kar.
Xwepêşandan heta niha didome û ti aloziyek derneketiye.
Basnews
