Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Serok Barzanî ji encam û naveroka civînên Newyorkê ya di derbarê şerê Da'îş li Iraq û Sûriye û serdana şanda hevbeşa Iraq û Herêma Kurdistanê ya Amerîka agahdar kir. Her wiha piştevaniya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo têbînî û pêşniyarên Serok Barzanî ya qonaxa piştî Da'îş û rêgiriya li dirustbûna giriftan ragihand. Her wiha xweşhaliya xwe jî bi hemahengiya di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê nîşan da û li rûbirûbûna teror û çareserkirina kêşeyan de wê hemahengiyê bi girîng wesif kir.
Her li vê civînê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê û amadekariyên ji bo azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îş de danustandina bîr û ramanan kirin.
