• Monday, 23 February 2026
logo

EAK: Em amade ne beşek ji mûçeyê xwe bidin mamostayan

Gulan Media September 26, 2016 Nûçe
EAK: Em amade ne beşek ji mûçeyê xwe bidin mamostayan
Encumena Asayişê ya Kurdistanê jî ragihand, ew amade ne beşek ji mûçeyê xwe bidin mamostayên Kurdistanê da ku xwendin û perwerde paş nekeve.

Piştî ku Wezareta Pêşmerge û hêzên 70 û 70 yên Pêşmerge dan xuyakirin ku amade ne beşek ji mûçeyê xwe bidin mamostayên Kurdistanê da ku proseya xwendin û perwerdê li Kurdistanê paş nekeve, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek bi wî rengî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Encumena Asayişê jî amade be mîna Wezareta Pêşmerge beşek ji mûçeyê efserên pilebilindên xwe bide mamostayên Kurdistanê da ku zarokên Kurdistanê bi taybet zarokên pêşmerge û şehîdan ji xwendin û perwerdê bê par nemînin.

Encumena Asayişa Kurdistanê bang li hikûmetê jî kiriye ku çareyek bilez ji kirîza darayî re bibîne.
Ev çend roj in beşek ji mamostayên Kurdistanê gefa wê yekê dixwin ku eger mûçeyê wan neyê dayîn, dê ders û perwerdê baykot bikin.
Top