Daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa heye
Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina pirsgirêk û kirîzan û bi tayabetî çareserkirina kirîza êkonomî û pirsa dabeşkirina miaş û pabend bûn bi tabloya dabeşkirina miaşan li ser xebatên xwe berdewam e.
Di heman demê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya çar partiyên beşdar di hikûmetê de bi ecêmayî wesif dike, ji ber ku ew bixwe gelek baş hemû pirsgirêk û sedemên çêbûna wan pirgirêkan gelek baş dizanin û ji nêzîk haydarî xebatên berdewamên himûetê yên ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan e.
Rewşa Herêma Kurdistanê wê yekê dixwaze ku hemû aliyên beşdar di hikûmetê de bi canekê hevkarane û berpirsane digel rewşa heye tevbigerin û berpirsiyariya xwe hilgirin. Wergirtina berpirsiyariyê mezinahî û wezîfeya aliyên berşar di hikûmetê de ye daku, pirsgirêk aloztir nebin û pirsgirêk û kirîzên din çê nebin.
Serokatiya Civata Wezîran daxwaz kiriye hemû aliyên beşdar di hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de, jibo diyalog û dîtina çareseriyan ji bo kirîz û pirsgirêkan bi hev re bicivin û hemû data bi awayekî şefaf berçav bikin daku, bi hev re çareseriyeke minasib ji bo pirsgirêkan bê dîtin û hemû ji bona derbazkirina vê rewşê kar bikin.
Serokatiya Civata wezîran
26.09.2016
Hewlêr
