• Monday, 23 February 2026
logo

Viyan Dexîl: Êzdî bi merc vedigerin navçeyên hatî azadkirin

Gulan Media September 26, 2016 Nûçe
Viyan Dexîl: Êzdî bi merc vedigerin navçeyên hatî azadkirin
Parlamentera kurd a êzdî li parlamentoya Iraqê ragehand, êzdî bê avakirina parêzgehekî nû li sînorê îdareya naha ya parêzgeha Nînowa de nikarin vegerin herêmên xwe.

Îro 26.09.2016ê parlamentera kurd a êzdî Viyan Dexîl bi daxuyaniyekî çapemeniyê ve ragehand, hemû aliyên Nînowa daxwaza avakirina parêzgehekî nû dikin.

Viyan Dexîl amaje bi vê jî kir, ku armanca avakirina parêzgeha nû, vegeryan û parastina pêkhateyên olî û netewî yên kurdên êzdî, mesîhî, şebek û tirkmene û bê ku parêzgehekî nû bê avakirina kes nikare vegere.

Herwaha yek sedemekî din ê wê daxwazê jî, kurdên êzdî gelek kareset li ser destên cîranên ereb jiyan kirine û keçên wan hatine revandin û destdirêjî li ser wan hatine kirin.

Piştî êrîşa rêxistina tund a DAIŞê ya li ser Şingalê û li gor berpirsên êzdî hemwelatiyên ereb ên sunne mal û milkên kurdên êzdî dagirkirin û piştgirî li DAIŞê kirin.

Basnews
Top