Îran cezayê darvekirinê daye 4 zarokên kurd
Li gor malpera Navenda Demokrasî û Mafên Morovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye, ku 4 zarokên Kurd di zîndanên bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de cezaya darvekirinê li wan hatiye birîn.
Herwiha li gor wê malperê ku, temenê wan her çar kesan di jêr 18 saliyê de ne û cezayê darvekirinê bo wan derketiye û tê çaverêkirin ku ew ceza wê bên cibicîkirin.
Hat ragihandin ku, ew her çar zarokana bi tometa “Kuştina bi qest” têne darvekirin.
Di sala 2016an de, li Îranê cezaya darvekirinê bo 114 zarok û sinêlan derketiye, rêxistina Lêborîna Navnetewî jî daxwaza ragirtina cibicîkirina wan cezayan ji Îranê dike.
Basnews
