• Monday, 23 February 2026
logo

Almanya karwaneke din çek û cebelxane bo hêzên pêşmerge şand

Gulan Media September 26, 2016 Nûçe
Almanya karwaneke din çek û cebelxane bo hêzên pêşmerge şand
Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen nava heftê serdana Kurdistanê kiribû û bi Serokê Kurdistana Fedral re hevdîtinek pêk anîbû.

Piştî hevdîtinê jî Leyen û Serok Barzanî bi hev re kongreyeke rojnamevanî li dar xistibûn û Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen gitibû ku alîkariya Almanya ya ji bo Pêşmerge dê dewam bike.

Her wiha di civînê de mijara sereke operasyona Musilê bû û Herêma Kurdistanê jî ji bo ku bikaribin DIŞIê ji Musilê bavêjin her tim daxwaziya çekên zêdetir û girantir dike ji dewletên Ewrûpî.

Piştî serdana Leyen hate diyarkirin ku Almanyayê bo Pêşmerge gelek çek û teqemenî şandine. Çek û Teqmeniyên ku Almanyayê şandine gehêştine destê hêzên pêşmerge.

Top