Erdogan: Hevdîtina bi Barzanî re nêzîk e
Serokomarê Tirkiyê piştî vegera civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li bajarê New Yorkê di firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Rojnamevanê Haberturkê Selçuk Tepelî ragihand, li ser navê hikûmeta Tirkiyê di rojên pêş de ji bo çend hevdîtinan dê serdana Herêma Kurdistinê bike.
Bi gotina Selçuk Tepelî Recep Tayyip Erdogan derbarê serdana Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo Herêma Kurdistanê de wiha got:
“Em niha behsa vê yekê nekin. Di demeke nêzîk de hevalên me jî dê şandekê bo Bakurê Iraqê (mebesta wî Başûrê Kurdistanê ye) bişîne. Dê hevdîtinê bi Mesûd Barzanî re bike.
Dê xebatên me û xebatên wan dê li cih binirxînin. Hewl didin vederkirina xwe kêm bikin. Lê êdî ev yek nemikûn e. Lêkolînên gelemperî jî rewşa dide diyarkirin.”
Şanda HDPê roja 22ê Îlonê gihiştibû Hewlêrê û di destpêkê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û piştre bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civayabû.
Şande HDPê piştre bi rayerdar û berpirsên her penc partiyên li Parlamentoya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştamanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) re hevdîtin pêk anîbû.
Şandê piştî civîna ligel partî û aliyên din ên siyasî careke din serdana Mesûd Barzanî kiribû.
