• Monday, 23 February 2026
logo

Mîranî: Partî bi xwepêşandanên aştiyan e re ye

Gulan Media September 25, 2016 Nûçe
Mîranî: Partî bi xwepêşandanên aştiyan e re ye
Sekreterê ofîsa siyasî ya Partî Demîkratî Kurdistan(PDK) Fadil Mîranî ragehand ku, ew bi hemû çalakî û xwepêşandanên aştiyan e re ne.

Di kongiryeke rojnamevcanî de Sekreterê ofîsa siyasî ya Partî Demîkratî Kurdistan Fadil Mîranî ragehand ku, ji roja damezarandina partî ew ligel daxwazên miletê xwe ne, da zanîn ku, kesek bi qasî partî kar û xebat bo maf û daxwazên gelê xwe ne kiriye.

Mîranî da zanîn ku, ew weke partî ligel hemû xwepêşandanên aştyan e re ne.

Derbarê civîna aliyên siyasî Mîranî got: 'Ew aliyên siyasî yên ku, daxwaza civîneke pênc alî dikin çima ew kes ne amadebûn civîna Encûmena Wezîran beşdarbibin.?"

Herwiha Sekreterê ofîsa siyasî ya Partî Demîkratî Kurdistan Fadil Mîranî diyar kir ku, bila ew aliyên siyasî kirîzan nekin hicet û li dijî hev kar nekin.

K24
Top