KURDISTAN – Li 4 bajaran çalakî
Payamnêra Rûdawê li Silêmaniyê Şadiye Resul ragihand Mamosteyên ku meaşên xwe nestanidine li wî bajarî çalakiyeke protestoyê pêk tînin.
Ji aliyê din ve endamên Partiya Kominista Kurdistanê jî ji bo protestokriina xwemalîkirina av û elektrîkê li parala Nalî kom dibin.
Parêzgariya Silêmaniyê ji bo xwepêşandanê destûr nedaya herdu aliyan jî, tenê destûr ji bo daxuyaniyê daye.
Cîgirê serokê baskê Silêmaniyê yê Yekîtiya Mamosteyan Eta Ehmed jî di dema xwepêşandana mamosteyan de ragihand ku îro dê ev xwepêşandan bi dawî were lê, ew dev ji daxwaziyên xwe bernadin ji ber ku ew dixwazin rewşa mamosteyan bê çareserkirin û êdî mûçe di dema xwe de bêne belavkirin û dawî bi paşkeftkirina mûçeyan bê anîn.
Li bajarê Helebce du xwepêşandan hatin lidarxistin.
Mamoste li ber avahiya Yekîniya Mamosteyên Helebce kom bûn û nerazibûna xwe nîşan dan.
Herwiha kesên di êrişa kimyawî de nexweştine ji bo daxwazên wan bêne bicîkirin çalakiyek lidar xistin.
Ji bo pêwistiya wan nexweşan di sala 2008ê de dest bi avakirina nexweşxaneyekê hatibû kirin lê ji ber krîza darayî nexweşxane hêj nehatiya avakirin.
Li Herêma Kurdistanê 970 kes bi çekên kimyawî nexweş ketine. Ji wan 450 kes li bajarê Helebce dijîn û metirsî li ser jiyana 90 kesan heye.
Îro li gelek bajarên Herêma Kurdistanê mamosteyên nerazî ji bo pirsa mûçeyan û nehêlana sîstema paşkeftê xwepêşandan lidar xistin, li bajarê Hewlêrê jî mamosteyan xwepêşandan encam dan, Serokê Baskê Hewlêrê ya Yekîtiya Mamosteyan Ebdulrehman Reşîd di konferanseke rojnamevanî de daxwaziyên mamosteyan anîn ziman.
Piştî ku li Hewlêrê Yekîtiya mamosteyan xwepîşandan encam dan û konferanseke rojnamevanî lidar xistin, mamosteyekî nerazî bi dengekî bilind got ku Yekîtiya mamosteyan nexwest ku xwepîşandan berfereh bibe ji bo ku bêjin li Hewlêrê mamosteyên nerazî tine ne, lewma me weke mamosteyên zanîngehê cuda bang li mamosteyên zanîngehê kir û me di xwest ku îro li Hewlêrê xwepêşandan gelek berfereh be.
Peyamnêrê Rûdawê li Dihokê Yûsif Musa ragihand mamosteyan mamosteyên nerazî ji bo pirsa mûçeyan li ber avahiya Yekîniya Mamosteyên Dihokî kombûn.
Rudaw
