• Monday, 23 February 2026
logo

Gelo dê PYD û Tirkiye rêkeftinê bikin?

Gulan Media September 25, 2016 Nûçe
Gelo dê PYD û Tirkiye rêkeftinê bikin?
Sala 2015ê di navbera Tirkiyê û PYDê de ji bo veguhestina tirba Şah Silêman rêkeftinek hate kirin. Di çarçoveya vê rêkeftinê de artêşa Tirkiyê bi rêya Rojavayê Kurdistanê çû û tirb anî. Niha jî ji bo Tirkiye bikare beşdarî operasyona Reqayê bibe, divê bi rêya Rojava re derbas bibe.

Di destpêka meha Îlonê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Amerîka û Tirkiye derbarê tevgera DAIŞê de danûstandinan dikin. Herwiha amaje bi hewldaneke leşkerî ya herdu aliyan ji bo kontrolkirina paytexta xelîfetiya DAIŞê, Reqayê kir.

Lê pirs ev e; gelo Tirkiye dikare di rizgarkirina Reqayê de roleke rasteqîne bilîze?

Heta niha jî nayê zxanîn ka di nava plana hevbeş a Enqere û Washingtonê de çi heye. Ji ber vê yekê jî Erdogan dibêje, “Piştî danûstandinan dê diyar bibe ka vaneroka planê bibe çi. Lê helwesta Ameîkayê di vê mijarê de diyarker e.”

Hefteya derbasbûyî Berdevkê Serokomarê Tirkiyê İbrahîm Kalin got ku ti planên Tirkiyê ji bo rizgarkirina Reqayê nînin. Ji ber ku niha bala wan li ser kontrolkirina navçeya El Bab e. Wate heman ew navçeye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di bin pêşnegiya YPGê de, piştî azadkirina Minbicê dixwazin kontrol bikin.

Gelo dê Reqa bibe rojev?

Dibe ku Kalin bi van gotinan aveke sar li ser mijara beşdarbûna Tirkiyê ya operasyona Reqayê de kiribe. Lê dîsa jî ev yek giring e; gelo ji bilî êrîşên esmanî, Tirkiye dikare bi rêya tyevgera leşkerî ya ji erdî, beşdarî operasyona Reqayê bibe?

Zêdetirî 3 hefteyan e artêşa Tirkiyê bi rêya sînorên bakur û rojavayê Sûriyê ve çûye nav xaka vî welatî. Di vê heyamê de topxaneyên artêşa Tikriyê ligel DAIŞê, şervanên YPGê jî li rojavayê Firatê, topbaran kir.

Reqa dûrê vê qadê ye, dikeve rojhilatê rûbarê Firatê û bakûrê wê jî di bin kontrola PYDê de ye. Ji ber vê yekê jî, eger Tirkiye beşdarî operasyona Reqayê bibe, divê ji Rojavayê Kurdistanê re derbas bibe.

Li gorî nêrîna Cîgirê Rêveberê Navenda School a Aborî ya Londonê Robert Low, ne dûr e ku Tirkiye vê alternatîfê hilbijêre. Low dibêje dê ev pêngav bibin pêwîstî û divê Tirkiye ji niha ve ji bo vê yekê amade be.

Low ku derbarê tevgerên kurdan ên Rojavayê Kurdistanê de jî lêkolînan dike, ji Rûdawê re got:

“Dibe ku Tirkiye ji bo jêbirina DAIŞê û hilweşandina projeya Rojava, bixwaze zêdetir di nava axa Sûriyê de pêşve biçe. Lê ev jî serêşiyeke mezin e. Tirkiye biryara têkbirina projeya Rojava bide, dê rastî şerekî giran ê gerîlayên PKKê û YPGê bibe. Di heman demê de, dê şerê PKKê û artêşa Tirkiyê ya li nav axa Tirkiyê jî qurtir bibe.Ji ber vê yekê, dê ev plan we bike ku Tirkiye rastê şerekî dûrûdirêj bibe û di nava axa welateke din de asê bimîne.”

Robert Low diyar dike ku Tirkiye nikare bêyî “ampûla kesk” a Amerîkayê bikeve nav axa Rojavayê Kurdistanê, an jî leşkerên xwe ji wir derbas bike û wiha dibêje;

“Rast e civaka navdewletî dixwaze DAIŞ ji navçeyê bê derxistin lê qebûl nake ku ev yek bi rêya hilweşandina herêma Rojava bibe.”

Ji aliyê din ve, pirsgirêka di navbera PYDê û Tirkiyê de di asteke wisa de nîne ku Amerîka bikare herdu aliyan razî bike da ku şerê hev nekin. Bi taybet jî dema Tirkiye bixwaze li ser xaka Rojava re here Reqayê.

Hilbijardeyên li pêşiya Tirkiyê

Robert Low dibêje, rêyeke din li pêşiya Tirkiyê heye ku bikare leşkerên xwe bigihîne Reqayê. Ew jî rêya rojavayê Firatê ye ku li se Cerablûsê re dikare leşkeran bigihîne Bendawa Sewre.

Rêyeke din jî heye ku tirkiye bikare xwe bigihîne Reqayê. Ew jhî rêkeftina di navbera PYD û Tirkiyê de ye. Tirkiye dikare li ser axa Rojava re xwe bigihîne Reqayê. Di Sibata 2015ê de jî desthiladarên PYDê rê dan ku artêşa Tirkiyê derbasî Rojava bibe û xwe bigihîne tirba Şah Silêman û cihê wê biguhere.

Lê wê demê pêwendiyên Tirkiye û PYDê ev hinde aloz nebûn. Di heyama salekî derbasbûyî de jiber pevçûnên di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, pêwendiyên Enqere û PYDê jî hatin guhertin.

Low di wê baweriyê de nîne ku di navbera herdu aliyan de rêkeftineke wiha çêbibe ku Tirkiye bi rêya Rojava destwerdana Reqayê bike.

Rudaw
Top