• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Su'udiye li Hewlêrê kir

Gulan Media September 25, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Su'udiye li Hewlêrê kir
Roja şemî 24.09.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Abdulmun'im Bin Abdulrehman Mehmud Konsolê Giştî yê Şahnişîna Erebîstana Su'udiye li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Erebîstana Su'udî pesnê rola Serok Barzanî kir û li parastina pêkvejiyan û aramiya Iraq û Kurdistanê de bilind nirxand û sedema serdana şandên dîplomasiyan li cem Serok Barzanî bi belgeyek ya rola Serok Barzanî li aramî û çareserkirina kêşeyan û şerê terorê de da zanîn.

Her li vê hevdîtinê de behsa gefên terorê û amadekariyên ji bo azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îşê kirin.
Top