Bereya Tirkmenî serdana Demirtaş a Kerkûkê rexne kir
Desteya Cîbicîkirinê ya Bereya Tirkmenî ya Iraqê bi daxuyaniyekî rexne li serdana şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo bajarê Kerkûkê girt û ragihand, “Bi tevî destwerdana ser demografiya wê jî Kerkûk dilê tirkmenên Iraqê ye.”
Bereya Tirkmenî di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Serdana Selahattîn Demîrtaş bi wesfeke siyasî ye. Pêwîste Kerkûkê nekin beşek ji hesabên siyasî yên navbera partiyên kurdî. Jiber ku taybetmendiyên Kerkûkê hene.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ji ber vê teybetmendiyê di dema serdanan de aliyên exlaqî û siyasî liberçav bên girtin û herwiha bi ti awayî ti alî nikarin nasnameya tirkmenî reş bikin.”
Bereya Tirkmenî ya Iraqê daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir ku derbarê vê serdanê de nêrîn û helwesta xwe eşkere bike.
Hêjayê gotinê ye ku şanda HDPê ya di bin serokatiya Selahattîn Demirtaş de roja 21ê Îlonê hatibûne Herêma Kurdistanê.
Şandê roja 23ê Îlonê li Kerkûkê ligel Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hevdîtinek pêk anîbû.
Rudaw
