Li Helebê 15e kes ji yek malbatê hatin kuştin 11 ji wan zarok in
Derbarê operasyonên rejîma Sûriyê li ser bajarê Helebê Rewan Sûriyê ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, rejîma Sûriyê êrîş bire ser gundê Beşqatîn li rojavayê Helebê, di encam de 15e kes ji yek malbatê hatin kuştin.
Rewangehê da zanîn ku, 11 ji wan kuştiyan zarok bûn, herwiha aşkere kir ku, gelek birînda jî hene birîna wan jî girane ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku, hejmara kuştiyan zêde bibe.Diyar kir ku, operasyon li rojhelatê Helebê jî berdewam in.
Di heftiya borî de Artêşa Sûriyê ragehandibû ku, ew dê dest bi operasyoneke berfireh li bajarê Helebê bike, piştî bidawîbûnaagirbestê, herwiha her yek ji Amerîka û Rûsya hev du bi têkbirina agiribestê tometbardikin.
K24
