• Monday, 23 February 2026
logo

Li Silêmaniyê endamekî Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê hate revandin

Gulan Media September 24, 2016 Nûçe
Li Silêmaniyê endamekî Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê hate revandin
Li bajarê Silêmaniyê, endamekî Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê ji aliyê çend kesên nayên naskirin ve hate revandin.

Endamekî polîtburoya Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê li Silêmaniyê Dr. Omer Mihemed ji BasNewsê re ragehand, bûyer îro 24.09.2016ê saet 08:20 serê sibê pêkhatiye. Adil Hesen ku endamekî Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê ye, çûye nan bikrê û ji nişkiva alîkarî xwestiye û hewar kiriye û xwediyê nanxanê bihîstiye ku dibêje; ew kesane dixwazin min bi revînin, kesûkarên min agahdar bike.’’

Herwaha ronî kir, hevsera Adil Hesen bi telefon tê agahdar kirin û naha ew pêdaçûnê li ser dosya wî dikin. Herwaha got zihmete ji ber endamtiya xwe ya Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê hatibe girtin. Ji ber Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê hewl daye aramiya Silêmaniyê biparêze. Bi taybet civîna ku îro li Silêmaniyê bi beşdariya PDKê, YNKê , Tevgera Gorran û aliyên din bi hev re bikin li ser pêşneyara Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê pêktê.

Dawiya axaftinên xwe de jî got; ‘’Em daxwaz dikin ji saziyên berpirs bi lez zelal bikin, revandina xelkê berê li Silêmaniyê pêknedihat. Eger saziyên ewlekariyê li pişt vê bûyerê nebin, ev tiştekî asan nîne. Em gumanê li saziyên fermî yên asayîşa Silêmaniyê dikin.’’

Basnews
Top