• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka kir

Gulan Media September 24, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka kir
Roja în 23.09.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û berpirsên serbazî yê Amerîka pêkhatibûn.

Li civînê de ku hejmarek ji berpirsên serbazî û emniyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn, amadekariyên ji bo proseya azadkirina Musil û hemahengiya di navbera Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê xistin berbehs û Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûnên vî derbarî de ragihand û bi navê xwe û welatê xwe ve pesnê rola Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku nêrîn û raya Serok Barzanî ji bo wan gelek bi sûde û dixwazin raya cenabê wî ya di derbarê proseya azadkirina Musil û şerê dijî terorîstan li Sûriye bizanin.

Her li vê civînê de bi hurî behsa qonaxa piştî azadkirina Musil û metirsî û gefên wê qonaxê û çawayiya rûbirûbûna wan kêşeyan kirin û tekez li ser ewe kirin ku divê heman dema li gel rêkkeftin û plana serbazî ya azadkirina Musilê, rêkkeftina siyasî hebê heta aramî û asayîş li van navçeyan berqerar bê û jiyana pêkhatên olî û neteweyiyên parêzgeha Nînowa parastî bê û carekî din li ser û malê xwe nekevin ber êrîşan.

Li beşekî dinê civînê de behsa şerê dijî terorîstan li Suriye kirin û Serok Barzanî têbînî û raya xwe ya di derbarê rewşa Suriye xisterû û nîgeraniya xwe ya alozbûna zêdetirê rewşa Sûriye û paşaroja xelkê sîvîlê wî welatî bi giştî û çarenûsa Kurdên Rojava xisterû û ragihand ku hevpeymanan divê gelek bi hişyariyê ve muamele li gel van babetan da bikin.

Li dawiya civînê de jî tekez li ser berdewamiya guftûgo û hemahengiya her dû aliyan kirin.

Top