Serok Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniya Almanya kir
Li hevdîtinê de Wezîra Berevaniya Almanya ku çaremîn care serdana Kurdistanê dike spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û rêz û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya yarmetîdana koçberan xisterû û pesnê Pêşmerge jî kir bi qurbanîdana xwe Da'îşê şikand û hêviyê ji bo cîhaniyan vegerand û pêşan da ku Da'îş ne hêzeke ku têknaşikê. Wezîra Berevaniya Almanya balkişand li ser Pêşmergeyan û wekî mînakeke ji bo cîhaniyan da zanîn û hêviya ewe jî xwest ku giyanê binyatnan û geşbûn û pêkvejiyanê li piştî Da'îş li Iraqê da dirust bibê, ew giyana ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge li navçeyê da serê qafleyê bûne. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa hewlên artêşa Almanya ya yarmetîdana Pêşmerge û meşq û rahênana Pêşmerge kir û tekez li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ku hevkariya Pêşmergeyan kiriye û hevkariyên serbaziyên Almanya bi girîng wesif kir bi cûreyek ku hevkêşeya şerên li qazanca Pêşmerge da guherî û serdanên Wezîra Berevaniya Almanya jî ya Kurdistanê bi girîng û pir bi wate da zanîn.
Her li vê civînê de behsa plana azadkirina Musil û rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê di derbarê hemahengiyên şerê azadkirina Musilê kir û Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe bi wê rêkkeftinê nîşanda û hêvî xwest encameke baş lê bikevê.
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa qonaxa piştî Da'îşê kirin û Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku armanca hevbeşa Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê şikestdana Da'îş û azadkirina Musile. Her wiha tekez li ser girîngiya qonaxa piştî Da'îşê kir û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste piştrastiyek bidin pêkhatên neteweyî û oliyan û asayîşa wan parastî bê û di derbarê qonaxa piştî Da'îş têbînî û şîretên xwe ji bo şanda mîhvan xisterû.
Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên siyasî û serbazî û emniyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn.
Her li piştî civînê Serok Barzanî û Wezîra Berevaniya Almanya li civîneke rojnamevaniyê da naveroka civîna xwe ji bo saziyên ragihandinê şîrove kirin.
