Rayedarekî PDKê: Ji Dîmeşq, Teharan û Bexda ferman jibo çekdarên PKKê li Kerkûk tê dan
Îro 22 Eylûlê, Berpirsê Liqê 3 ê PDKê li Kerkûkê Mihemed Kemal ji BasNews re ragehand: “Diyare rayedarên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) fermana xwe ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî werdigrin, eşkereye jî ku, ew fermanê ji Dîmeşq û Teharanê jî werdigrin, lewma ev yek metirsiye li ser bajarê Kerkûkê, jiber her kesek bibe destekê Bexda niyeta wan ew e ku Kerkûk venegere ser bi Kurdistanê ve.”
Herwiha ragehand: “Hindek kes dixwazin bi çekdarkirina bajarê Kerkûkê metirsiyê ser li pêkhateyên bajêr durustbikin, bi mebesta ku ew rêgiriyê li vegera Kerkûk bo Kurdistanê bikin.”
basnews
