• Monday, 23 February 2026
logo

Kerkûk - Kurdan gef li Bexdayê xwarin

Gulan Media September 23, 2016 Nûçe
Kerkûk - Kurdan gef li Bexdayê xwarin
Hêzên siyasî yên Kurdistanî yên li parêzgeha Kerkûkê di egera encamnedana hilbijartinan de, gef li Bexdayê kirin û ragihandin, eger xelkê Kerkûkê ji wê mafê were bêparkirin, ew dê hemû rêyan biceribînin û dê alternatîva wan hebe.

Mijara lidarxistina hilbijartinên Encumena Parêzgeha Kerkûkê, cardin bûye sedem ku alî û hêzên Kurdistanî yên li Kerkûkê li hev bicivin û rêyeke çareseriyê bibînin.

Berpirsê Pêwendiyên Partiya Komonîst a Kurdistanê, Bextiyar Mihemed di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Kerkûkê ragihand: “Pêwîst e hemû rêgiriyên madeya 23 û hemû astengên din werin rakirin û hilbijartinên Encumena Parêzgeha Kerkûkê werin encamdan. Eger ew yek nehat kirin, em wek partiyên Kurdistanî li Kerkûkê, me gotûbêj kiriye û pêşniyarek heye ku konfranseke giştî li Kerkûkê were lidarxistin, bi beşdariya hemû aliyan û Netewên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku li ser alternatîva hilbijartinan gotûbêj were kirin, lê belê heta niha, em di wê baweriyê de ne ku ti alternatîvên hilbijartinan nînin û pêwîste hilbijartina birêve biçe.”

Zêdebarî hemû guvaşan, Bexdayê ji bilî Kerkûk û Mûsilê, ji hemû parêzgehên din ên Iraqê re ragihandiye, ku amadekariyan bo birêveçûna hilbijartinên encumenên parêzgehan bikin, ku biryar e di sala 2017 de birêve biçe.

Ofîsa Komisiyona Hilbijartinan a Kerkûkê jî dibêje: “Eger Bexda me erkdar bike, em diakrin hilbijartinên Kerkûkê jî di dema xwe de saz bikin.”

Îdareya Kerkûkê bi fermî ji Bexdayê re ragihandiye, eger vê carê jî welatiyên Kerkûkê ji hilbijartinên Encumena Parêzgehê werin bêparkirin, ew rê nadin ew 700 hezar awareyên ku ji ber şerê DAIŞê berê xwe dane Kerkûkê, beşdarî di dengdanê de bikin.

Rudaw
Top