Rayedarên PYDê û rêjîma Sûriyê bi veşartî hevdîtin dikin!
Rayedarekî Rojava, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, ji Basnewsê re da zanîn ku di navbera rayedarên Rojava û rêjîma Sûriyê de hevdîtin hene û herî dawî jî li bajarê Laqiyê yê Sûriyê û li navenda serbazî ya Rûsyayê li hev rûniştine.
Wî rayedarê Rojava, ku ew jî tevlî civînê bûye, anî ziman ku hevdîtinên navbera Rojava û rêjîma Sûriyê de bi navbeynkariya Rûsyayê tên kirin û haya Amerîka jî jê heye.
Li gorî agahiyên wî rayedarê kurd, di civînekê de rayedarên rêjîma Sûriyê ji rayedarên Rojava re gotibûn ku herêmeke kurdî ya federal dê Sûriyê parçe bike. Bila rêveberî di destê kurdan de be lê bila bi navendê ve girêdayî be. Rayedarên Rojava jî ev qebûl nekirine û gotine em gavekî jî ji federaltiyê paşde navêjin.
Wî rayedarê Rojava her wiha da xuyakirin ku Rûsyayê ji her du aliyan xwestiye, li hev rûnên heta ku lihevhatin çêbibe.
basnews
