Nêçîrvan Barzanî û Demîrtaş pêdagiriyê li ser diyaloga navbera aliyên Kurdistanî dikin
Demîrtaş behsa armanca seredana xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina tevî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku pêşdestiyek e ji bo destpêkirina diyalogeka berfireh navbera aliyên Kurdistanî ji bo çareser kirina pirsgirêk û nakokiyan û çawaniya berhingarbûna rewş û pêşhatên niha yên deverê û bandora wan bo ser pirsa Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê.
Amaje bi vê yekê jî da ku diyalog û ji hev têgihiştina navbera aliyên Kurdistanî li hemû parên Kurdistanê û bi hev re kar kirin û amadekarî ji bo çawaniya serederî kirin tevî rewşa deverê, pêgeha Kurd li deverê bihêztir dike û metirsiyên li ser Gelê Kurd kêmtir dike. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku HDP dest bi pêşdestiyê ji bo destpêkirina diyalog navbera aliyên Kurdistanî kiriye û hêvî xwest Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştîvaniya vê pêşdestiyê bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi germî bi xêr hatina Demîrtaş û şandeya pê re kir û piştîvaniya xwe ji bo pêşdestiya HDP xuya kir û hêviya serketinê jê re xwest, pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku hebûna diyalog navbera aliyên siyasî nakokî û aloziyan kêm dike û her wiha bi kiryareka pêwîst ji bo berhingarbûna metirsiyan û rewşa niha ya deverê daye zanîn û piştîvaniya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her pêngaveka ji hev têgihiştin û destpêkirina doyalogeka bi berhem navbera aliyan nîşanda û bi karekê erênî daye zanîn.
Li pareke din ya civînê, behsa hewldan ji bo destpêkirina piroseya aştiyê li Tirkiye hate kirin, Demîrtaş rola Nêçîrvan Barzanî ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiye giring nirxand û daxwaz kir wek caran li ser hewlên xwe berdewam be ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Turkiye û piştîvanî kirin ji çareseriya aştiyeneya pirsa Kurd li vî welatî.
Derbarê vê pirsê, Nêçîrvan Barzanî xuya kir pirsa Kurd li Tirkiye tenê bi rêya aştî û diyalog û ji hev têgihiştinê dihê çareser kirin û çek nikare çi pirsgirêkekê çareser bike û xizmeta çi aliyekê nake, her wiha pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku wek caran piştîvaniya pirosêsa aştiyê dike.
Her du aliyan li dawiyê bal kişandine ser pêşhatên deverê û şerê dijî DAIŞê û berhingarbûna terorê û hin babetên din.
