• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî û Michael Fallon behsa operasiyona Mûsilê kirin

Gulan Media September 22, 2016 Nûçe
Serok Barzanî û Michael Fallon behsa operasiyona Mûsilê kirin
Serokê Kurdistanê li gel wezîrê berevanî yê Berîtanyayê civiya.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Berîtanyayê Michael Fallon û şandeke pê re kir ku ji her yek ji balyozê Berîtanyayê yê li Bexdayê û nunerê taybetî yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarên Kurdistanê û çend şêwirmendin din yên leşkerî û siyasî pêk hatibû.

Di destpêka civîna han de Michael Fallon kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û civîna xwe li gel Serok Barzanî diyar kir û pişt re nêrîn û ramanên welatê xwe yên derbarê şerê dijî terorîstên DIŞIê û çawetiya hevkarî kirina hêzên pêşmerge, bo Serok Barzanî şîrove kir û ragehand ku Berîtanya berdewam dibe di şerê dijî terorîstên DIŞIê û hevkarî kirina hêzên pêşmerge de.

Fallon di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Berîtanya planeke nû amade kiriye û dixwaze di çarçoveya vê plana han de hevkariya penaber û koçberan jî bike.

Li hember de jî Serok Barzanî spasiya hikûmeta Berîtanyayê kir ku hevkarî û piştgîriya hêzên pêşmerge kiriye û herwiha serdana wezîrê berevanî yê Berîtanyayê jî bo Kurdistanê di çarçoveya şerê dijî DIŞIê de bi pêngaveke girîng wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de her du alî bi berfirehî behsa operasiyona azad kirina Mûsilê û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeyman kirin.

Di dawiya civîna han de behsa qonaxa piştî azad kirina Mûsilê, metirsiyên vê qonaxa han û çawetiya nizîkatî kirin li hember arîşeyên vê qonaxê jî hatin nirxandin.

Top