• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka rasterast wê çekên giran bide YPGê

Gulan Media September 22, 2016 Nûçe
Amerîka rasterast wê çekên giran bide YPGê
Li gorî zanyariyên berdest, Amerîka dê çekên giran ku di nava wan de roketên dije tank ên pêşketî jî hene yekser bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Rojnameya New York Times a Amerîkayê di nûçeyekê de îdiayek balkêş belav kir. Li gorî wê nûçeya New York Timesê, Amerîka dê alîkariyên leşkerî pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike.

Di wê nûçeyê de tê gotin ku Amerîka dê di çarçoveya alîkarîkirina hêzên ku li dijî terorê û DIŞIê de şer dikin de alîkariyên zêdetir ên leşkerî ji YPGê re bişîne. Li gorî wan zanyariyan, rêveberiya Washingtonê dê çekên giran bide YPGê ku di nava wan çekên giran de, roketên dije tank ên pêşketî jî hene.
Top