• Monday, 23 February 2026
logo

Demirtaş: Çavê me niha li Barzanî ye!

Gulan Media September 22, 2016 Nûçe
Demirtaş: Çavê me niha li Barzanî ye!
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Demirtaş di hevdîtina li gel Barzanî de ragihand: “Çavê me li wê yekê ye, Serok Barzanî hewlên xwe bo destpêkirina proseya aştiyê bixe tevergê û wek birayê mezin jî piştevaniya projeya diyaloga navbera aliyan bike.”

Îro çarşemî 21ê Îlona 2016 li bajarokê Selahedîn ê girêdayî Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û kesatiyê navdarê Bakurê Kurdistanê û Parlamenterê Riha yê HDPê Osman Baydemir û şandeke pê re kir, ku ji hejmareke parlamenterên HDPê û şêwirmendên wê partiyê pêk hatibû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Barzanî ligel Demirtaş û şandeya HDPê de daxuyaniyek weşand.

Selahattin Demirtaş di destpêka hevdîtinê de, bo derfeta civînê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û pêzanîna xwe bo rola serkirdatî ya Barzanî di şerê li dijî terorê de û herewiha bo qurbanîdana pêşmerge anî ziman.

Demirtaş herwiha behsa aramnca serdana şanda HDPê bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku ev serdan hewldaneke bo çêkirina diyalogê di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û bo wê yekê jî wan projeyek amade kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Demirtaş herwiha pesnê role Barzanî di piştevanîkirin û paşxistina proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê da û ragihand: “Çavê me li wê yekê ye, ku Serok Barzanî hewlên xwe bo destpêkirina proseya aştiyê bixe tevgerê û weke birayê mezin jî piştevaniya projeya diyaloga navbera aliyan be, çimku rolê cenabê we bandoreke mezin di serxistina wê hewlê de dibe.”

Hevserokê HDPê di beşeke din a axavtina xwe de rexne li medyayên Kurdî û Kurdistanî jî girt û got: “Di xizmeta biratî û hemahengiya aliyên siyasî de nîne û serkirdeyan jî diêşîne.”

Selahattin Demirtaş destnîşan kir: “Bo serxistina diyalogê berpirsatî dikeve stuyê hemû aliyan. Xortên Kurd di çeperên bergiriyê de axa Kurdistanê diparêzin, lê belê mixabin rola medyaya Kurdistanî di niha de, di xizmeta biratî û hemahengiya navbera aliyên siyasî de nîne û serkirdeyan jî azar dide û xelk jî ji wî zimanî bêzar in. Ji ber wê jî pêwîst e pêngava yekem a diyaloga aliyan bi rêya guhertina zimanê axavtina medyayan dibe û medya bikeve xizmeta biratî û diyaloga aliyan, nek weke niha ku bûye beşek ji arîşeyê.”

Demirtaş daxwaz jî kir: “Aliyên siyasî êdî bi rêya medyayan ve li gel hev neaxivin, belku rêya danûstandinê û diyalogê bi kar bînin.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de herwiha tê gotin, ku Hevserokê HDPê di hevdîtinê de bi dirêjî û berfirehî behsa arîşe û astengên li berdem doza Kurdî kir û gotûbêj û hevkariya navbera aliyên Kurdistanî jî bi tekane rêya pêwîst bi nav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê hevdîtinê de ragihand: “Gelê Kurdistanê bêyî xwast û îradeya xwe hatiye dabeşkirin û bo man û parastina nasnameya xwe şer kir û karî nasnameya xwe biparêze, lê belê niha di qonaxa misogerkirina destkevt û ber bi pêş ve çûna doza gelê xwe de ne û bo wê yekê jî me pêwîstî bi aştiyê heye nek şer.”

Barzanî herwiha tekezî li ser wê çendê jî kir: “Eger berê me gazinde li zilhêzan û dewletan hebûbe, a niha dema wê yekê ye ku em gazindeyê li xwe bikin.”

Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de got: “Encama şer, malwêranî û kavilbûn e. Rojek şer zûtir were rawestandin baştir e û di qazanca hemû aliyan de ye û bo serxistina aştiyê jî pêwîst e, em hemû alî piştevanî û hevkarê hev bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amadeyiya xwe bo hewldana destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyê anî ziman û da zanîn, ku bo wê yekê ti texsîriyan nake.

Mesûd Barzanî amaje bi wê jî kir, ku bo nêzîkbûna aliyan gelek hewl daye û ewa ku ji destê wî hatiye, kiriye û niha jî bi tevahî piştgiriya hewla HDPê dike.

Rudaw
Top