• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan ji alîkarê Obama re gotiye: Eger YPG tevlî şerê Reqayê bibe em tevlî nabin!

Gulan Media September 22, 2016 Nûçe
Erdogan ji alîkarê Obama re gotiye: Eger YPG tevlî şerê Reqayê bibe em tevlî nabin!
Hat zanîn ku serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan ji Amerîkayê re gotiye, eger YPG tevlî şerê Reqayê bibe hêzên Tirkiyê tevlî wê operasyonê nabin.

Erdogan, ku ji bona civîna NY çûye Amerîka, duh li New Yorkê bi alîkarê serokê Amerîka, Joe Biden re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyan, Erdogan û Biden li ser radestkirina Fethullah Gulen û rewşa Sûriyê her wiha şerê PKKê gotûbêj kirine.

Rojnameya Vatan a Tirkiyê jî daye zanîn ku Erdogan ji Biden re gotiye, eger YPG tevlî şerê azadkirina bajarê Reqayê yê Sûriyê bibe hêzên Tirkiyê tevlî nabin.

Beriya niha jî rayedarekî rêveberiya Kurdistana Rojava gotibû, şervanên me li kêleka Tirkiyê şer nakin.

Basnews
Top