• Monday, 23 February 2026
logo

Gûl: Divê rewşa awarte neyê dirêjkirin

Gulan Media September 22, 2016 Nûçe
Gûl: Divê rewşa awarte neyê dirêjkirin
Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gûl ragihand, divê li Tirkiyê dema rewşa awarte neyê dirêj kirin.

Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gûl li balyozxaneya Tirkiyê ya li Parîsê digel rojnamevanan civiya û da zanîn ku, dahatûya Tirkiyê girêdayî hiqûq û demokrasiyeke bihêz e. Lewma ew hêvî dikin ku li Tirkiyê rewşa awarte bidawî were.

Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim duh diyar kir ku, ger ew pêwîst bibînin, dikarin dema rewşa awarte dirêj bikin.

Berî 2 rojan jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, dibe ku dema rewşa awarte were dirêjkirin.

K24
Top