Demîrtaş li Navenda Giştî ya PDKê ye
Şanda HDPê bi serokatiya Selahattin Demîrtaş serdana polîtbûroya PDKê kir û biryar e di demjimêrên nîvro de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicivin.
Li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û çend berpirsên PDKê pêşwaziya Selahattin Demîrtaş kirin.
Duh çarşemî li Pîrmamê Selhattin Demîrtaş, Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr û şanda pê wan re ku ji hejmareke parlamenterên HDPê û şêwirmendên wê partiyê pêk hatibû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin.
Şanda navborî piştre jî bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berham Salih re civiya.
Biryar e Demîrtaş û şanda pê re îrp saet 12.00 serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.
Herwiha li gor bernameyê şanda HDPê dê saet 15.30 serdana Serokê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahadîn Behadîn bike û piştre jî bi Serokê Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr re bicive.
Hevdîtinên şandê îro li Hewlêrê bidawî tê biryar e derbasî Silêmaniyê bibe û bi rayedarên YNK û Tevgera Goranê re hevdîtina pêk bîne.
Rudaw
