Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm: Tohmetên li ser Zêbarî, buxtan in
Parlamentoya Iraqê duh bi 158 dengan bawerî ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî stand. Zêbarî bi gendeliyê dihat tohmetbarkirin.
Derheqê wê yekê de, parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku endamê Polîtburoya YNKê ye jî, ji rojnameya amerîkî ya Wall Street Journal re gotiye, ew tohmetên li dijî Hoşyar Zêbarî hatine gotin, buxtan in.
Necmedîn Kerîm her wiha gotiye, ew bûyer dê nakokiyên navbera hêzên siyasî kûrtir bike û nîşan dide ku hikûmeta şîe ya Bexdayê zorê li aliyên din dike.
Wî endamê Polîtburoya YNKê diyar kiriye ku şîe nizanin çawa serederiyê bi gelên din re bikin, nizanin çawa serederiyê bi kurdan û erebên sunnî re bikin.
Basnews
