Kerkûk: pêşmerge û heşda şebî kombûneka emnî saz kirin
Bi serpereştîya Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê û hevdem serokê lijneya emnî li parêzgehê û bi berhevbûna Hadî Elamirî emîndarê giştî yê rêxistina Bedir û çendîn berpirsên pêşmerge kombûneka emnî li ser rewşa emnî ya Kerkûk û derdorên wê û hemahengîya di navbera hêzên pêşmerge û heşda şebî da hat kirin.
Di kombûnê da serokê lijneya emnî ya Kerkûkê, tekez li hewa paqijkirina deverdarîya Hewêce ji terorîstên Daişê kir û pêdagirî li ser hemahengîya berfirehtir di navbera heşda şebî û pêşmerge da kir.
Ji alîyê xwe ve Hadî Alamirî emîndarê giştî yê rêxistina Bedir dîyar kir: merem ji hatina wan bo Kerkûkê ewe zêdetir hemahengîyê li gel hêzên pîşmerge bikin û hemî alî dê ji bo rizgarkirina Hewêce kar bikin.
War.tv
