• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê Bergiriyê yê Birîtaniyayê gihişte Hewlêrê

Gulan Media September 21, 2016 Nûçe
Wezîrê Bergiriyê yê Birîtaniyayê gihişte Hewlêrê
Michael Fallon wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê, êvariya roja çarşemê 21.09.2016ê, bi serdaneke fermî gihşte Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê û şandeya pê re ku ji hijmareke şîretmend û fermandarên leşkerî pêk tê, di vê serdanan xwe de dê di gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên balayên herêma Kurdistanê bicive û rewşa deverê, şerê dijî terorê û çend mijarên din digel berpirsên herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Heyeta pêşwazî li wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê û şandeya pê re kirî, ji bilî serokwezîrê Kurdistanê, ji Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û wezîrê karûbarên pêşmerge bi wekalet, Sefîn Dizeyî berpirsê ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Karwan Cemal nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Birîtaniyayê pêkahtibû.
Top