Wezîrê Maliyê Hoşyar Zebarî ji kar hate girtin
Li gorî zanyariyên ku bidestketin di dengdayînê de 158 parlamenteran li dijî Hoşyar Zebarî 77 parlamenteran jî li gel wî dengên xwe bi kar anîn. Di dengdayînê de 14 deng jî betal hatine qebulkirin.
Ji bo betalkirina dengdayînê 102 parlamenteran daxwaznameyek da Serokatiya Parlamentoyê lê ew daxwazname jî nehate qebulkirin.
Tê diyarkirin ku Serokwezîrê Îraqê ji bo betalkirina dengdayînê li Serokê Parlamentoyê geriyaye lê Selîm Cîburî ev daxwaziya Abadî jî red kiriye.
