• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê Maliyê Hoşyar Zebarî ji kar hate girtin

Gulan Media September 21, 2016 Nûçe
Wezîrê Maliyê Hoşyar Zebarî ji kar hate girtin
Li Parlamentoya Îraqê duh di derbarê Hoşyar Zebarî de dengdayînek hebû. Di encama dengdayînê de bi dengên 158 parlamenteran Wezîrê Maliyê Hoşyar Zebarî ji kar hate girtin.

Li gorî zanyariyên ku bidestketin di dengdayînê de 158 parlamenteran li dijî Hoşyar Zebarî 77 parlamenteran jî li gel wî dengên xwe bi kar anîn. Di dengdayînê de 14 deng jî betal hatine qebulkirin.

Ji bo betalkirina dengdayînê 102 parlamenteran daxwaznameyek da Serokatiya Parlamentoyê lê ew daxwazname jî nehate qebulkirin.

Tê diyarkirin ku Serokwezîrê Îraqê ji bo betalkirina dengdayînê li Serokê Parlamentoyê geriyaye lê Selîm Cîburî ev daxwaziya Abadî jî red kiriye.
Top