Herêma Kurdistanê û Hindistan têkiliyên xwe berfirehtir dikin
Miglani kûfxweşiya xwe nîşan da ku bo demê mehekê ye wek Konsulê Hindistanê li Herêma Kurdistanê dest bi kar bûye, ku ji aliyê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyeka baş jê re hatiye kirin û hemû asankariyek jê re pêşkêş kirine, her ji ber vê yekê spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Her wiha berhev bûna welatê xwe ji bo pêş xistina têkiliyan tevî Herêma Kurdistanê li hemû waran û alîkarî kirina Hikûmeta Herêma kurdistanê li warê rêvebirinê û vekirina kursên fêrkirinê ji bo fermanberên hikûmetê xiste berçav.
Miglani behsa egîdiya Pêşmerge li şerê dijî terorê kir ji bo parastina ser û malê welatiyên sivîl bê cudahiya olî û netewî, her wiha bi hev re jiyana navbera netewe û olên cudayên Herêma Kurdistanê jî giring nirxand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê kir û hêviya serketinê ji bo kar û erkên Konsulê Hindistanê li Hewlêrê xwest û alîkarî û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re xiste berçav.
Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare sûd ji ezmûna Hindistanê ji bo rêvebirinê wer bigire, bi rêya kursên fêrkirinê ji bo kadir û karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistan, ji bo vê yekê jî spasiya Hindistanê kir ku amadeyî ya xwe ji bo vê yekê nîşan daye.
Serokwezîr hêvî xwest Konsulxaneya Hindistanê roleka berçav ji bo pitir bihêzkirina têkiliyan li hemû waran hebe, bi taybetî handana sermayedarên Hinidistanê ji bo weberanînê li Herêma Kurdistanê. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkilî tevî welatên cihan û cîranan hebe ku bi awayekê di berjewendiya hemû aliyan de be.
Li dawiyê jî her du aliyan bal kişandine ser dawîn pêşhatên deverê û şerê dijî terorîstên DAIŞê û hin babetên din.
