PKKê du Efserên artêşa Tirkiyeyê bidîl girt
Li gorî nûçeya Ajansa İhlas a Tirkiyê, gerîlayên PKKê rêya Çelê û Colemergê ji hatinçûnê re birîn û otomobîlekî sivîl ragirtin.
Di nûçeyê de hate gotin, “2 çawişên pispor, şofêr û welatiyek ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine revandin.”
Waliyê Colemêrgê Cuneyt Orhan ev agahî piştras kir û got ku diyar kir ku ji bo rizgarkirina kesên hatine revandin operasyonan dest pê kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku li navçeya Çelê ev demeke, şer û pevçûnên giran di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê de diqewimin.
