• Monday, 23 February 2026
logo

PKKê du Efserên artêşa Tirkiyeyê bidîl girt

Gulan Media September 21, 2016 Nûçe
PKKê du Efserên artêşa Tirkiyeyê bidîl girt
Hate gotin ku gerîlayên PKKê li Colemêrgê 4 kes revandine û ji wan 2 kes leşker in.

Li gorî nûçeya Ajansa İhlas a Tirkiyê, gerîlayên PKKê rêya Çelê û Colemergê ji hatinçûnê re birîn û otomobîlekî sivîl ragirtin.

Di nûçeyê de hate gotin, “2 çawişên pispor, şofêr û welatiyek ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine revandin.”

Waliyê Colemêrgê Cuneyt Orhan ev agahî piştras kir û got ku diyar kir ku ji bo rizgarkirina kesên hatine revandin operasyonan dest pê kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku li navçeya Çelê ev demeke, şer û pevçûnên giran di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyê de diqewimin.
Top