• Monday, 23 February 2026
logo

Macaristan têkeliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir dike

Gulan Media September 21, 2016 Nûçe
Macaristan têkeliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 21.09.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Atela Tar balyozê nû yê Macaristanê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Balyozê nû yê Macaristanê li hember serdanan bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û alîkarî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi balyozê berê re bilind nirxand û hêvî xwest ku ew hevkarî û hevahengî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Macaristanê de, di hemû waran de, berdewam be.

Şandeya mêvan got ku ew dê têkeliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir bikin, sektora taybet teşwîq bikin ku li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin, jimareya diplomatkarên xwe li herêma Kurdistanê zêde bikin, di warê leşkerî de alîkariya pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê de bikin û li zanîngehên Mcaristanê kursyên xwendina bilind ji xwendekarên Herêma Kurdistanê re dabîn bikin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan şandeya Macaristanê bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku balyozê nû, yê Macaristanê li Îraqê, di kar û xebatên xwe de serketî be û piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo konsulxaneya wî welatî li Hewlêrê nîşan da.

Serowkezîr got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe bi Macaristanê re xurt û berfireh bike bi taybetî piştî serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Macaristanê têkeliyên her du aliyan bi awayekî baş pêş de çûne.

Barzanî got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeya hevkarî û hêsankariyan ji hatina berhemhînerên Macaristanê bo Kurdistanê bike û sipasiya hikûmeta Macaristanê jî kir ku ji bo meşiq û rahînan pêşmergeyê Kurdistanê tîmeke leşkerî ya pispor şandeya Herêma Kurdistanê.

Rewşa herêmî bi giştî û operasyona azadkirina Mûsilê bi taybetî hin mijarên din yên civînê bû.


Top