Salih Muslim : îlankirina dewleta Kurdî nîne
Hevserokê PYDê Salih Muslim pirsên rojnamevana Dengê Amerîkayê Hediye Levent bersivandin.
Salih Muslim derbarê îdiaya “PYDê heger bi Artêşa Sûriya Azad re hevkarî bikira dê biba hevalbenda Tirkiyê” de wiha got:
“Tirkiyê dixwaze em xwe radestê wê bikin. Artêşek bi navê Artêşa Sûriya Azad nîne. Çawa dixwazin em tevlî wan bibin ez nizanim. Tirkiyê ji aliyuê siyasî ve digot, hûn dikarin tevlî hevpeymaniya li wê derê (Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê) bibin.”
Me got baş e emê tevlî hevpeymaniyê bibin lê mercên me hene. Heger du alî bibin yek divê herî kêm hebûna hev qebûl bikin. Me ne got na, lê me got bila hebûna me qebûl bikin em jî dê tevlî bibin. ”
Muslim pirsa “Tirkiye dibêje, PYD dûvla PKKê ye û daxwaza dewleta Kurdî dike. Geli ew yek rast e?” wiha bersivand:
“Me ti caran ev îdia nekirine û me behsa dewleteke serbixwe ya Kurdî nekiriye. Projeyên me diyar in. Dixwazin tevgerên me yên demokratîk berevajo bide xuyandin. Ew jî vê yekê dizanin, Em wan gotinan teqez red dikin.”
Hevserokê PYDê di berdewamiya hevpevînê de wiha got:
“Em Sûriyeke demokratîk dixwazin. Me ticaran perçebûna axa Sûriyê nexwestiye lê em dibêjin bila mafê Kurdan jî were dayîn. Ti hedefên me yên ragihandina dewleta Kurdî nîne em ev yek hizir nekiriye.”
Rudaw
