ENKS: Serjimêriya Rojava ne rewa ye
Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulbasid Xelef Biro ji K24ê derbarê serjmêriya Rêveberiya Xweser li Rojava wiha got: Hejmareke mezin ji welatiyên Rojava li derveyî welat in, şûna wan jî hejmarek ji penaberên Ereb bicih bûne, lewma ew pirojeya serjmêriya ya binavê “Ez li Vir im” ne rewa ye.
Biro da zanîn ku, nabe aliyeke siyasî bi tena serê xwe bi projeyên serjimêriyê rabe, herwiha diyar kir ku, eger pêwîstiya deverê bi serjmêriyekê hebe, pêwîst e ew piroje ji aliyê kesên pispor were encamdan.
Rêveberiya Xweser di 19ê vê mehê de li 7 navçeyên kantona Cizîrê dest bi projeya serjmêriyê kiribû, biryar e di 23ê vê mehê de jî li bajarê Amûdê were pêkanîn.
K24
