• Monday, 23 February 2026
logo

DEMİRTAŞ : Pêwîste rêkeftina her çar parçeyên Kurdistanê hebe

Gulan Media September 21, 2016 Nûçe
DEMİRTAŞ : Pêwîste rêkeftina her çar parçeyên Kurdistanê hebe
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di bin êrîşeke mezin de ye, ji bo vê yekê pêwîstî bi rêkeftinekî giştî heye.

Şandekî bilind ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi serokatiya Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş gihiştine Hewlêrê û ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hatine pêşwazîkirin.

Biryar e îro (21-09-2016) şanda HDPê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin. Li gorî zanyariyên Rûdawê dê şanda HDPê ligel berpirsên PDK, YNK, Tevgera Goran û partiyên din jî hevdîtinan bikin.

Li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş ji Rûdawê re got, “Gelê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê ji serdemeke dîrokî û hesyar re derbas dibin. Li herêmê gelek alozî hene. Mixabin gelê Kurd li her çar parçeyan di bin êrîşeke mezin de ye. Ji bo vê yekê pêwîst dike gelê Kurdistanê rêkeftinekî giştî çêbike.”

Di şanda HDPê de ligel Demirtaş, Fatma Kurtulan, Nadîr Yildirim, Osman Baydemir, Besîme Koçan, Îmam Taşçier û Celal Dogan cîh digrin.

Biryare şanda HDPê hefteyekî li Başûrê Kurdistanê bimînin.

Rudaw
Top