Heyeta HDPê sibê li gel Serok Barzanî dicive
Bi serokatiya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Selahadîn Demirtaş sibê heyetek ji bo dan û standinan serdana Başûrê Kurdistanê dike.
HDPê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku serdana heyeta HDPê ji 21ê hetanî 24ê Îlonê wê 4 rojan li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê bidome. Di serdana heyeta HDPê de ji xeyrî Selahedîn Demirtaş hinek cîgirên Hevserokên HDPê, parlamenter û endamên meclîsa partiyê cih digirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya partiyê heyeta HDPê wê bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê yê berê Celal Talebanî, Serokwezîrê Hikumeta Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, partiyên siyasî û bi rêxistinên civakî re ji bo diyaloga navbera kurdan û bi şêweyên aştiyane çareseriya pirsgirêka kurdan wê hevdîtinan pêk bîne.
